Kustina çarem serkirdeyê rêxistina DAISê hat ragihandin
PeyamaKurd – Kuştina çarem serkirdeyê rêxistina DAIŞê li Sûriyê hat ragihandin û kesekî din li şûna wî hat danîn.
Berdevkê DAIŞê Ebû Huzeyfe El Ensarî bi nameyeke dengî diyar kir, çarem rêberê DAIŞê Ebû Huseyn El Huseynî El Qureşî di rûbirûbûna hêzên Desteya Tehrîr El Şamê (Bereya Nusreya berê) li bakurê rojhilatê Sûriyê hat kuştin.
Berdevkê DAIŞê destnîşan kiriye, ji ber rûbirûbûna rasterast, Ebû Huseyn El Huseynî El Qureşî piştî birîndarbûnê, hatiye kuştin. Lê dem û cihê kuştinê eşkere nekiriye.
Di berdewamiyê de eşkere kiriye, li şûna Ebû Huseyn El Huseynî El Qureşî, Ebû Hefs El Haşimî El Qureşî wek rêberê nû yê DAIŞê hatiye diyarkirin.
Di sala 2019an de Ebûbekir Bexdadî wek yekem serkirdeyê DAIŞê ji aliyê Amerîkayê ve hat kuştin, herwiha di sala 2022an de Ebû Îbrahîm El Qureşî wek duyem serkirdeyê DAIŞê li Idlibê jat kuştin, di heman salê de Ebû Hesen El Haşimî El Qureşî di rûbirûbûna ligel hejmarek çekdarên navxweyî yên li başûrê Sûriyê de wek sêyem serkirdeyê DAIŞê, hat kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin