Lahor Sêx Cengî îxraca xwe qebûl nake

05 November 2021 01:33
Lahor Sêx Cengî îxraca xwe qebûl nake

PeyamaKurd – Lahor Şêx Cengî Talabanî ji bo Konseya YNK ê nameyekî nivîsand û di nama xwe de ragihand ku ew erkên xwe yên hevserokatiyê bikartîne û îxrackirina xwe red dike. Lahor Şêx Cengî di 2 yê mehê de bi 3 endamên partiyê re hatibû îxrackirin.

Nameya Talabanî ji 3 beşan pêk tê û nama wî îro gihaye rêvebiriya YNK ê û di paragrafa yekem de weha gotiye:

“Biryarên di derbarê min û hevalên min de ez red dikim. Ji bre biryara exlaqî nîne û biryar di derveyê civîna fermî ya serokatiyê de hatiye dayîn.

Ji bo parastina yekîtiya me, heya civîna rêvebiriyê ew erkên ku min dewrî Bafil kiriye, temamê erka xwe ya rêvebiriyê bi sedema ku li pey qaîdeyan nehatiye meşandin, ez ê bikarbînim.”