Lavrov: Amerîka li Rojava dezgehên otonomiyê ava dike
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku divê pirsa Kurd di nav yekrêziya xaka Sûriyê de bê çareserkirin. Lavrov herwiha got ku Amerîka li Rojavayê Kurdistanê saziyên bo otonomiyê ava dike.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku di çarçova civînên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî (NY), li New Yorkê ye, derbarê pirsa Kurd li Sûriyê axivî û got ku divê pirsa Kurd di çarçova yekrêzî û serweriya Sûriyê de bê çareserkirin û diyar kir, “Em di wê baweriyê de ku divê pirsa Kurd bibe mijara gotûbêjan, lê dîsa jî divê ev yek bi beşdariya rêveberiya Sûriyê pêk bê.”
Lavrov derbarê ‘Herêma Ewle’ li Rojavayê Kurdistanê jî ragihand ku ew ji ber yekgirtin û serweriya Sûriyê, eleqedar in bi wê mijarê ve û got ew li gel Amerîka û Tirkiyê li ser wê babetê di peywendiyê de ne û diyar kir, “Helbet em di peywendiyên li gel Amerîka û Tirkiyê, vê mijarê jî gotûbêj dikin. Sedemeke girîng a vê yekê heye, ev hemû li ser axa Sûriyê pêk tên.”
Wezîrê Derve yê Rûsyayê di dewama axaftina xwe de got, “Amerîka, Kurdên li herêmê bikar tîne û ji bo avakirina saziyên rêveberiyên xweser, gavên şênber hatine avêtin.” Lavrov bibîr xist ku Amerîka û Tirkiyê ji wan re ragihandine ku ew rêzê li yekgirtina axa Sûriyê digirin û got, “Em dê vê yekê derbarê avêtina her gavekê li rojhilatê Firatê weke krîter bikar bînin.”
Herwiha Wezîrê Derve yê Rûsyayê, li ser mijara nedana vîzeyê ji aliyê Amerîkayê bo hejmareke dîplomatên Rûsî jî aşkere kir ku ew jî dê li hember wê biyara Amerîkayê gavên pêwîst biavêjin.
Hejmareke dîplomatên Rûsyayê bo ku beşdarî civînên Komeleya Giştî ya NYê li New Yorkê bibin, serî li vîzeyê dabûn, lêbelê Amerîkayê vîze nedabû wan dîplomatan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin