Lavrov dê cara ewilî here Kurdistanê
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di çarçoveya seredana Iraqê de dê cara ewilî here payîtexta Kurdistanê Hewlêrê. Ev seredan dê ya ewilî ya Lavrov bo Kurdistanê be. Li ser pirsa wexta seredana Lavrov bo Hewlêrê an Bexdayê, cîgirê wî Mihail Bogdanov weha got:
“Seredana Lavrov dê di serê cotmehê de be. Wezîrê karên derve dê seredana Bexdayê bike û here Kurdistana Iraqê Hewlêrê û bi rêvebiriya Kurdistanê re hevdîtinan bike.”
Di dema seredanê de bi îhtîmaleka mezin Lavrov, wê bi serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi serokwezîrê Kurdistanê bi Mesrûr Barzanî re hevdîtinan bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin