Lavrov pistgirî da daxuyaniyên Erdogan ên bo Rojava: Mafê wî parastî ye!

02 October 2019 19:24 0 dîtin
Lavrov pistgirî da daxuyaniyên Erdogan ên bo Rojava: Mafê wî parastî ye!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di daxuyaniyên xwe yên derbarê herêma ewle û Rojavayê Kurdistanê de piştgirî da Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û got, Amerîka ne amade ye daxwazên Tirkiyê li ber çavan bigire.

Erdogan doh di gotara xwe ya vekirina Parlamentoya Tirkiyê de li ser plana ‘Herêma Ewle’ gotibû, ew dixwazin di kûrahiya 30 km de 2 milyon koçberên Sûriyê li wir bicih bikin.

Erdogan li ser projeya xwe ya Rojavayê Kurdistanê jî wiha axivîbû:

“Projeyên me amade ne. Me di hevdîtinên bi serokên dewletan re (Li New Yorkê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî) parve kir. Piştî ku me herêm ji dagirkeriya rêxistina terorê rizgar kir, bi alîkariya navdewletî emê projeyê bidin destpêkirin. Tirkiye ewlekariya xwe ji kêf û hesabên hêzên herêmê re nahêle. Tirkiye wek welatekî pêşve diçe, di grûba xwe de derbasî kategoriyeke bilindtir bûye.”

“Erdogan, heta hetayê li bendê namîne”

Lavrov piştgirî da Erdogan û got, "Amerîkayê metirsiyên ewlekariyê yên rewa yên Tirkiyê li ber çavan negirtine û em dibînin ku Erdogan hişyariyê dide ku ew dê heta hetayê li bendê nemîne. Li gorî gotinên Erdogan, heger heta çend hefteyan bi Amerîkayê re rêkeftin çênebe, mafê xwe yê bêyî Amerîkiyan çareserkirina pirsê parastî dihêle.”

Wezîrê Rûsî herwiha ragihand ku heger Tirkiye û Sûriye li ser herêma sînorî li hev bikin, ew ê jî piştgiriya wan bikin.