Leskerekî Tirkiyê hat kustin û 9 lesker birîndar bûn
PeyamaKurd- Di dema ku di meclisa Tirkiyê de civîna bo çapemeniyê û xelkê girtî dihat kirin, xebera kuştina leşkerekî Tirkiyê û 9 leşkerên birîndar bo wan çû. Ragihandina nûçeyê ji aliyê wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar de hat kirin. Wezaret mijarê weha ragihand:
“Li herêma Mertalê Biharê de, mirovên me yên ku hebûn, hêzên rejîmê bi sîlihan li wan dane û di encamê de 1 leşkerekî me jiyana xwe daye û 9 leşkerên me birîndar bûne. Li herêmê yekser me li 82 hedefên rejîmê daye û hêjî lêdan berdewam dike.”
Kesê ku jiyana xwe ji dest daye navê wî Kadir Tuncer e û ji xelkê Trabzonê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin