Li Idlibê leskerekî din ê Tirkiyê hat kustin û 2 jî birîndar in
PeyamaKurd - Li Idlibê serbazekî din ê Tirkiyê hat kuştin û 2 jî birîndar in.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê (MSB), li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê, di encama topbarana hêzên rejîma Sûriyê de serbazekî wî welatî hatiye kuştin û 2 jî birîndar in.
Herwiha di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê de hatiye gotin ku “56 leşkerên rejîma Sûriyê hatine kuştin.”
Heta niha hejmareke bajarok û deverên stratejîk li herêma Idlibê ji aliyê artêşa Sûriyê ve hatine kontrolkirin ku beşek ji xalên çavdêriyê yên Tirkiyê jî li wan deveran ketine bin dorpêça hêzên Sûriyê.
Tirkiye jî ku hêzeke zêde veguhastiye bo wê parêzgehê daxwaza vekişîna artêşa Sûriyê dike bo pêgehên xwe yên berê, lê belê operasyonên hêzên Sûriyê berdewam in li wê navçeyê û her ku diçe nêzikî navenda Idlibê dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin