Li Idlibê leskerekî Tirkiyê hat kustin

14 January 2023 13:29 0 dîtin
Li Idlibê leskerekî Tirkiyê hat kustin

PeyamaKurd Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, li parêzgeha Idlibê ya li bakurê Sûriyê leşkerekî Tirkiyê hatiye kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê da zanîn, roja 13ê Çileya 2023an di êrîşekê de çawişê pispor ê bi navê Selçuk Kurt bi giranî birîndar bûye û piştre bo nexweşxaneyê hatiye rakirin, lê tevî hemû hewildanan, li nexweşxaneyê miriye.

Operasyona Mertala Firatê ya artêşa Tirkiyê, parêzgehên Cerablus, El Bab û Helebê yên bakurê Sûriyê li xwe digre. Operasyona ku di sala 2016an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê ve hat destpêkirin, heta navçeya El Bab a di kûrahiya 35 kîlometreyan de li xwe digre.