Leyla Guvenê li ser gotinên bo Serok Barzanî daxuyaniyeke nivîskî wesand
PeyamaKurd - Parlamentara Colemergê ya HDPê û Hevseroka Kongra Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li ser gotinên axaftina xwe ya 14ê Tîrmehê li konferanseke HDPê ya Amedê ji bo rawestandina operasyonên Tirkiyê bang li Serok Mesûd Barzanî kiribû û mijara ‘birakujiyê em naxwazin’ anîbû rojevê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Guven dibêje, gotinên min ji meqseda xwe hatine dûrxistin û li ser medya civakî û medya Kurdistanê bi awayekî şaş bûne mijara nîqaşê û got, “Kek Mesûd îro bi awayekî çalak siyasetê neke jî dikare ji bo yekîtiya netewî hewil bide.”
Daxuyaniya nivîskî ya Leyla Guven wiha ye:
"Di 14’ê Tîrmeha 2019’an de li Amedê di konferansa herêmî ya HDP’ê li dar xistibû de, min bi ser navê Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk axaftinek kir. Ew axaftin li ser medyaya civakî û di raya giştî ya Başûrê Kurdistanê de hate nîqaşkirin. Di axaftina xwe de min operasyonên leşkerî ya Tirkiyeyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê nirxand û min ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Kek Mesûd Barzanî daxwaz kir ku li dijî van operasyonan xwedî helwestekê bin. We ku tê zanîn Kek Mesûd Barzanî berê gelek caran gotibû 'Ez ê êdî tu carî nehêlim ku kurd bi hev du re şer bikin' û min gelek girîngî da vê axaftina wî û nirxandinên xwe li ser wî esasî kiribûn.
AXAFTINA MIN JI KONTEKSÊ HAT DÛRXISTIN
Di wê axaftinê de armanca min ew bû ku balê bikişînim ser xetereya operasyonên leşkerî yên li ser gelê Başûrê Kurdistanê û pêdiviya avakirina yekîtiya neteweyî ya kurd û pêkanînan xeteke palpiştiya neteweyî bînim ziman. Lê mixabin axaftina min ji konteks û merama xwe hate bidûrxistin û xelet hate şîrovekirin. Ji ber vê rewşê ez gelek xemgîn im.
KEK MESÛD DIKARE JI BO YEKÎTIYÊ HEWL BIDE
Her çend Kek Mesûd Barzanî îro bi awayekî çalak siyasetê neke jî, em baş dizanin ku gelê Kurdistanê wî ji nêz ve dizane û dişopîne û mîsyoneke wî ya girîng, dîrokî û siyasî heye. Kek Mesûd bi vê mîsyona xwe ya siyasî, bi têkoşîna xwe û bi tecrûbeyên xwe, dikare di demeke ku Rojhilata Navîn û Kurdistan bûye deryaya xwînê, rê li ber van rageşî û berberiyan bigire, diyalog û guftûgoyê esas bigire û ji bo encamgirtina xebatên yekîtiya neteweyî hewl bide. Bi raya me, ev bendewariya derbarê Kek Mesûd de helwesteke welatparêzî û Kurdistanî ye. Gelê me jî baş dizane ku di dema proseya referandûma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê û hemû xetereyên li ser gelê me yê başûr de, helwesta Kongreya Civaka Demokratîk cihekî giranbuha digire.
Hemû nirx û destkeftiyên gelê me yê Başûrê Kurdistanê, destkeftî û nirxên gelê me yê her çar parçeyên Kurdistanê ye. Ez hêvî dikim ku axaftina min jî li dor vê çarçoveyê bê fêmkirin û ji meram û armanca xwe neye bidûrxistin.
Rêz û silavên xwe pêşkêş dikim."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin