Li 3 bajêrên bakûrê Kurdistanê rêya 261 gund û qezayan hat girtin
PeyamaKurd - Li parêzgehên Qers, Erzirom û Erdexanê yên bakurê Kurdistanê, ji ber berfê rêyên 261 gundan hatin girtin.
Pêleke berf û baranê li bakurê Kurdistanê bandorên zêde dike.
Li Erzirom û navçeyên wê ji ber berfê rêyên 251 gundan hatin girtin.
Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê dest bi xebatên vekirina rêyan kirin.
Li navçeya Qamûşanê ya parêzgeha Qersê jî rêyên 7 gundan û li parêzgeha Erdexanê jî rêyên 3 gundan ji ber berfê hatin girtin.
Li her du parêzgehan tîmên Saziya Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dest bi xebatê kirin.
Parêzgarê Erdexanê Hayretîn Çîçek li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand:
“Heta pêwîst nebe divê kesek dernekeve trafîkê û kesên neçar dimînin jî bila lastîkên berfê, zincîr û werîsan bikar bînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin