Li Afxanistanê di êrîsekê de 4 Leskerên amerîkî birîndar bûn, 4 sivîl hatin kustin
PeyamaKurd - Rayedarên amerîkî ragihand ku di êrîşeke bombeyî ya li dijî karwaneke amerîkî de, 4 leşkerên wan li Kabila paytexta Afganistanê birîndar bûn.
Wezareta Navxweyî ya Afganistanê ragihand ku di êrîşa duyem a di nav du rojên dawiyê de, herweha 4 sivîlên Afganî jî hatine kuştin.
Rêxistina Talîbanê berpirsîya êrîşa îro girt ser xwe. Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mucahîd bi daxuyanîyekê got ku wan konvoyeke “şîretvanên payabilind yên bîyanî” kir armanc û 10 kes kuştin û 2 maşîneyên leşkerî rûxandin.
Di êrîşa çarşemê de ku DAIŞê berpirsyariya wê girtibû ser xwe, herî kêm 6 kes li nêzî baregeheke leşkerî hatibûn kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin