Li Amedê 42 endamê DEM Partîyê hatin desteserkirin

25 December 2023 02:22 0 dîtin
Li Amedê 42 endamê DEM Partîyê hatin desteserkirin

Peyama Kurd – Hate ragihandin ku di çarçoveya lêpirsîna ku di derbarê 1. Kongreya Asayî ya Meclîsa Ciwanan a Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ya ku li Amedê pêk hat de 42 kes hatine desteserkirin.

Di daxuyanîya ku ji alî Parêzgeha Amedê ve hate dayîn de hate dîyarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna ku ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Amedê ve hatîye destkêkirin de, bi tometa ku di 1. Kongreya Asayî ya Meclîsa Ciwanan a DEM Partîyê ya ku ji alî Serokatîya Bajêr a DEM Partîyê ve hatîye lidarxistin de “çalakiyên deryasayî pêk anîne, kevir avêtine polês û li dijî polêsan derketine” 42 kes hatine desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di derbare 42 gumanbaran de pêvajoya lêpirsîn didome.

Wezîrê Dadê yê Tirkîyeyê Yilmaz Tunç ji di hesabê xwe yê Xê de ragihandibû ku di derbarê 1. Kongreya Asayî ya Meclîsa Ciwanan a DEM Partîyê de lêpirsîn hatîye destpêkirin. Wezîr Tunç diyar kiribû ku di derbarê çend kesên ku hatine desteserkirin de karên pêvajoya girtinê jî hatiye destpêkirin.