Li Amerîka asîta berfê: 5 xebatkar di bin de man

08 February 2021 19:29 0 dîtin
Li Amerîka asîta berfê: 5 xebatkar di bin de man

PeyamaKurd – Li rojavayê navîn ê Amerîkayê ku bandora berfê û firtoneyan berdewam dike, wesayîteke paqijkirina berfê ku 5 xebatkar tê de bûn di bin aşîta berfê de man.

Di bûyera ku li eyaleta Utah dorêbera Çiyayên Uinta rû daye de, 5 xebatkar bi hatina aşîtê re di bin berfê de asê man.

Hat zanîn ku xebatkarên din gihîştine hawara wan 5 kesan ku ew demildest rizgar kirine.

Dîmenên rûdana aşîtên û xebatkarên di bin berfê de mabûn li ser medya civakî hatin belavkirin.