Li Amerîkayê ciwanekî resik bi destê polîsan hat kustin, xwepêsandan dest pê kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Minneapolis herêma Brooklyn Centerê polîsan bi hinceta binpêkirina rêzikên trafîkê otomobîlek rawestandiye û piştre jî ciwanê reşik ê 20 Daunte Wright ji paş ve bi guleyê kuştiye.
Li gorî ragihandina Asayîşa Brooklynê derbarê Wright de biryara girtinê hebûye û polîsan xwestiye wî binçav bikin, lê wî nehiştiye û dema xwestiya li otomobîla xwe siwar bibe jî yek ji polîsan ji paş de gule berdayê û ew kuştiye.
Piştî bihîstina vê bûyerê li bajar xwepêşandanên protestoyê dest pê kirin û li gorî zanyariyan polîsan guleyên plastîk û gaz bi ser xwepêşanderan de reşandine ku 2 xwepêşander jî birîndar bûne.
Li ser mezinbûna protestoyan Şaredarê Şaredariya Navendê yê Brooklynê Mike Elliott, li ser medya civakî bang li xwepêşandaran kir protestoyên aştiyane pêk bînin û hêz neyê bikaranîn. Herwiha ragihand ku wan fermana qedexeya derketina derve derxistiye.
Hêjayî gotinê ye, li Amerîkayê gelek caran bûyerên bi vî rengî pêk tên ku sala borî jî kesekî reşik dîsa bi destê polîsan hatibû kuştin û bi mehan xwepêşandanên protestoyî le seranser Amerîkayê berdewam kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin