Li Amerîkayê rewsa awarte hat îlankirin
PeyamaKurd- Li seranserê Amerîkayê bi sedema koronavîrusê rewşa awarte hat îlankirin. Ragihandina rewşa awarte û rewşa lezgîn ji aliyê serokê Amerîkayê Donald Trump de hat ragihandin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump mijara rewşa awarte ya lezgîn a netewî weha ragihand:
“Li temamê nexweşxaneyan em ê performansa herî zêde karibin nîşan bidin. Bo wezareta tenduristiyê bo ji hinek qanûnan muxaf be, me berpirsiyariyê daye. Bo têkoşîna bi vîrusê re, me 50 mîlyar dolar pere veqetand. Di halên krîtîk de wê jimara ciyên razana nexweşan ne girîng be û wê karibin bêhtir bo nexweşan alîkar bin. Bo welatiyên pîr, dê nexweşxane karibin xizmeta îlawe bidin. Doktorên me dizanin dê çi bikin û li pêşiya wan ti astengî nîne. Ew rêbaz an astengên ku bi mirovan wext didin wendakirin, bi temamî ji ortê hatine rakirin.”
Serokê Amerîkayê Trump got ku di nav mehekî de wê 5 mîlyon kîtên testê amade bibin û herkes ne mecbûre here testa xwe bike. Eger gumanekî an ku nîşana vîrusê hebe, bila testa xwe bike. Amerîkayî wê karibin roja yekşemê êvarê testa xwe bikin. Testa koronavîrusê wê hefteya pêşiya me amade be. Trump got ku ew bi fîrmayên dermansaziyê re bo hilberîna testên mobîl, di nav xebatê de ne.
Trump ragihand ku wê hemwelatî bê ku ji nav ereba xwe derên, wê nûmûneyên hucreyên xwe bidin û karibin encama testa xwe bistînin. Trump weha dewam kir;
“Em li ser vê mijarê di welatê xwe de gelek xurt dixebitin. Ne hewce ye ku herkes vê testê bike. Ev tişteka demkiye. Em ê gelek bi hêz ji nav mijarê derên. Me gelek tiştan hîn kir.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin