Li Japonyayê rewsa awarte hat îlankirin
PeyamaKurd- Li Japonyayê bi sedema koronavîrusê rewşa awarte hat îlankirin. Rewşa awarte dê heya 6 ê gulanê dewam bike. Serokwezîrê Japonyayê Abe Şînzo ragihand ku ji 7 ê nîsanê de heya niha li 7 herêman rewşa awarte dewam dike û wê asta seranserê welat de heya 6 ê gulanê dewam bike.
Komîte ya ji pisporan ku hatibû avakirin, piştî xebata xwe kir û rapora xwe da hukumetê, ev biryar hat dayîn ji ber ku her diçe jimara tûşbûyên koronavîrusê zêde dibin.
Serokwezîr Abe got ku bê ku li halê wan yê malî binêrin, bo her hemwelatiyekî di rojevê de ye ku desteka bi miqdarê 100 hezar Yenî bidin wan ku dike 950 dolar. Serokwezîr Abe ragihand ku ew kesên hilberînê nekin, mal stok bikin wê dest deynin ser malên wan. Parêzger xwediyê erkeka serbixwe ne. Wê karibin hinek mulkan bo demekî îstîmlak bikin da alîkariya tendursityê bikin.
Di derveyê pêdiviyên rojane de wê ti kes derneyê derve.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin