Li Arjantînê xwepêsandan: Hikûmetê gef li xwepêsanderan xwar "Hûnê xercên ewlehiyê bidin"
PeyamaKurd – Li Arjantînê, li dijî polîtîkayên kêmdanê yên hikûmeta nû, bi beşdarîya gellek sendîka û alîyên siyasî xwepêşandan destpêkiribûn, lê belê hikûmetê bi şêwazeke balkêş bersiva xwepêşanderan da. Hikûmetê ji plansazên xwepêşandanan daxwaza pareyên xercên ewlehiyê yên xwepêşandanan kir.
Li paytexta Arjantînê Buenos Airesê, li dijî polîtîkayên kêmdanê yên hikûmeta nû ya Javier Milei, bi beşdariya gelek sendîka û aliyên siyasî û civaki, di 20ê Kanûnê de xwepêşanên girseyî hatibûn destpêkirin.
Berdevkê Hikûmeta Arjantînê Manuel Adornî diyar kir ku pareyê lêçûnên ewlehiyê gihîştiye 60 mîlyon Pesoyî (75,000 dolar) û got, "Ew ê fatûreya lêçûnên ewlehiyê ji plansazên xwepêşandanan û tevgerên civakî re bişînin."
Çarşema çûyî li Arjantînê, bi hezaran kes bi mebesta protestokirina polîtîkayên aborî yên Serokê nû Milei, daketin kolanan.
Milei, piştî ku hate hilbijartin, dest bi polîtîkayên kêmdanê yên giran kir û vê polîtîkaya xwe wek "terapiya veciniqînê ya aborî" bi nav kir.
Berdevkê hikûmetê Manuel Adorni got ku ev aliyên ku beşdarî xwepêşandanan dibin, ji bo welatî neyên girtin, wê berpirsyariya lêçûnên hêzên asayîşa ku ewlehiya wan diparêze hilgirin ser xwe.
Berpirsên aliyên xwepêşander, zextên tûnd ên ewlehîyê wek hewldana provokasyonê rexne kiribûn.
Yek ji berpirsê komeke xwepêşander Eduardo Bellibonî, li ser zextên hêzên ewlehîyê got ku "Ev rêbaz, dîktatoriya salên 70 û 80yan tîne bîra min."
Serokê komeke xwepêşander Polo Obrero jî anî ziman ku Serok Milei, du hefte berê dest bi wezîfeyê kir û got ku 'ew ê zextên tûnd li ser komên ku hewl didin bi xwepêşandanan planên wî asteng bikin bisepînin.'
Serokê Arjantînê Milei, piştî ku hate hilbijartin, sîyaseteke nû ya aborî ku kêmkirina alîkarîya sotemenî û veguhestinê û her wiha taybetkirina kompanîyên giştî pêşbînî dikin ragihandibû.
Milei hefteya borî, li ser pareyê Arjantînê Peso develuasyon pêk anî û nirxê Peso li hember dolar ji sedî 50 kêm kir.
Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF), ku Arjantîn 44 mîlyar dolar deyndarê wê ye, van polîtîkayên Milei wek "wêrekdar" bi nav kir û ragihand ku wê IMF, ji bo mezinbûna sektora taybet a Arjantînê derfetên pêwîst dabîn bikin.
Sala çûyî li Arjantînê enflasyon, ji sedî 150 bû. Li vî welatê ku ji sedî 40ê mirovan di bin sînorê pileya xizaniyê de dijîn, kêmbûna jêderên darayî û deynên zêde yên hikûmetê, çend ji gellek pirsgirêkên mezin ên aborî ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin