Li bajarê Rihayê operasyona PKKê hat kirin: 9 binçavkirin

30 April 2019 21:51 0 dîtin
Li bajarê Rihayê operasyona PKKê hat kirin: 9 binçavkirin

PeyamaKurd- Li bajarê Rihayê bi tohmeta ku PKK/YPG ne operasyon hat kirin û 9 kes hatin binçavkirin. Operasyon bi rêvebiriya serdozgeriya Rihayê hat kirin.

Li malên ku gumanbar tê de dijîn, 2 sîlihên lûledirêj, demançeyekî, 248 fişek, 38 fişekên demançê ketine dest. 9 gumanbarên ji rêxistina PKKê hatin sewqkirin bo dadgehê û lêpirsîn dewam dike.