Li Bakur 3 bajaran derketina bê maske hat qedexekirin
PeyamaKurd – Piştî zêdebûna nexweşên Koronayê, li sê bajarên din Bakurê Kurdistanê Amed, Erzerom û Rihayê bikaranîna maskeyan bûye mecbûrî.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrattin Koca li ser twitterê ragihand ku di çarçoveya tedbîrên rûbirûbûna vîrusa koronayê de li 5 parêzgehên din ên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê derketina derve bê maske qedexe bûye.
Fahrettin Koca desnîşan kir ku li van bajaran nexweşî her diçe zêdetir dibe û ji ber vê bi deste walîtîyan tedbir tên sitendin.
Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê da zanîn ku li Amed, Erzerom, Riha, Rize û Qeyseriyê bikaranîna maskan bûye merc.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin