Li 10 bajaran derketina derve ya bê maske hat qedexekirin

14 May 2020 16:01 0 dîtin
Li 10 bajaran derketina derve ya bê maske hat qedexekirin

PeyamaKurd – Li demeke ku hikûmeta Tirkiyê tedbîrên xweparastina ji vîrusa koronayê roj bi roj sist dike û kargeh, bazar û MALL ji nû ve dest bi kar kirine de, li 10 bajaran jî qedexeya derketina derve ya bê maske hat ragihandin.

Desteyên Tenduristiyê yên bajarên Semsûr, Afyonkarahisar, Aydin, Balikesir, Bartin, Denizli, Duzce, Kastamonu, Mugla û Uşakê biryar derxistin ku êdî ti kes nikare bê maske derkeve derve.

Di biryara qedexeyê de herwiha Desteyên Tenduristiyê bal kişandine ser girîngiya mesafeya fizîkî li derve.

Dîsa li bajarên Entab (Dîlok), İzmir û Edenê jî tenê ji bo cihên bazaran û deverên qelebalix biryar hatiye dayîn ku welatî bê maske dernekevin derve.