Li Balikesîrê teqîn: Gelek kes mirin û birîndar bûn

24 December 2024 13:22 0 dîtin
Li Balikesîrê teqîn: Gelek kes mirin û birîndar bûn

PeyamaKurd – Li fabrîkeyeke mihîmatan a li navçeya Karesiyê ya parêzgeha Balikesîrê ya Tirkiyeyê teqînek pêk hat.

Li gorî zanyariyên destpêkê 12 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne.

Li navçeya Karesê di tesîsa hilberîna teqemeniyan de saet derdora 08:30î teqînek pêk hat.

Di encama teqînê de şewat derketiye û zirareke mezin gihîştiye fabrîkeyê.

Waliyê Balikesîrê Îsmaîl Ustaoglu da zanîn ku di encama teqînê de 12 kes mirine û 3 kes jî birîndar bûne.

Her wiha walî anî ziman ku îhtîmala sabotajê tune ye.

Li aliyê din, li gorî agahiyên hatine belavkirin, hinek karker di kargehê de asê mane.

Ustaoglu diyar kir ku agir hatiye vemirandin û xebatên rizgarkirinê jî dest pê kirine.

4 dozger hatine erkdarkirin

Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç jî li ser teqînê daxuyaniyek belav kir.

Yilmaz Tunç da zanîn ku li ser teqînê lêpirsîn hatiye destpêkirin û di bin koordînasyona wekîlê serdozgerekî komarê de 4 dozgerên komarê hatine erkdarkirin.