Li Batmanê herêmên leskerî hatin ragihandin

19 June 2024 16:25 0 dîtin
Li Batmanê herêmên leskerî hatin ragihandin

PeyamaKurd – Li hin deverên çiyayî yên bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê, ji ber operasyonên artêşa Tirkiyê yên dijî PKKê, herêmên leşkerî yên qedexeya çûnûhatê hatin ragihandin.

Hate ragihandin, piştî ku doh 18ê Hezîranê li çiyawarê Mawe ya navçeya Heskîfê, di navbera artêşa Tirkiye û PKKê de şer û pevçûn çêbûn, Parêzgariya Batmanê ji bo hin herêmên çiyayî qedexe ragihand.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Batmanê, di navbera rojên 19 Hezîran û 3yê Tîrmehê de, li herêmên berpirsiya Fermandariya Cenderme deverên demkî yên leşkerî hatin ragihandin.

Di daxuyaniyê de navê bi dehan gundên derdora Heskîfê hatiye rêzkirin ku li wan gundan wê qedexeya çûnûhatinê ya welatiyan heta 3yê Tîrmehê berdewam bike.

Li gorî zanyariyan şeva borî li tdorûbera gundê Xirbêkûr ê Heskîfê şer rû daye û piştre jî şebekeyên telefonan û înterneta gund hatiye birîn. Derbarê hurgiliyên wî şerî de ti agahî nehatine parvekirin, lê tevgere zêde ya helîkopterên leşkerî li herêmê berdewam e.