Li Batmanê du malbat bi dar û ber û çekan pev çûn

26 March 2023 11:29 0 dîtin
Li Batmanê du malbat bi dar û ber û çekan pev çûn

PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê di navbera du malbatan de bi dar û ber û çekan pevçûn derket.

Hat ragihandin ku şevê din du malbatên neyartiya hev dikirin, bi dar, kevir û çekan bi hev ketin û di encama pevçûnê de 2 kes birîndar bûn û 11 kes jî ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Hat zanîn ku her du kesên birîndar rakirine nexweşxaneyê.