Li Behra Spî kestîya koçberan noq bû: 70 mirî

10 May 2019 17:10 0 dîtin
Li Behra Spî kestîya koçberan noq bû: 70 mirî

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku keştiyeke koçberan li Behra Spî li avên Mexrîbê noq bû.

Li gor zanyariyan di encama noqbûna keştiya koçberan de 70 kesan can da û 16 kes jî bi saxî hatin rizgarkirin.

Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî ji serê sala 2019an heta niha bêhtirî 300 kesên xwestine bi ser Deryaya Spî ve derbasî welatên rojava bibin can dane.