Li Belçîkayê zarokeke 12 salî ji ber koronayê mir
PeyamaKurd – Pisporê Tendirustiyê yê Sciensanoyê ragihand ku li Belçîkayê zarokeke 12 salî ji ber koronayê (Covid-1) miriye.
Pisporê Tendirustiyê Sciensano Prof. Van Gucht bi daxuyaniyeke ragihand ku li Belçîkayê zarokekî 12 salî ji ber koronayê (Covid-19) miriye. Van Gucht, “Ev yek dide xuyakirin ku metirsî li hemû însanan heye û hemû kesek dikare van komplikasyona nîşan bide.”
Berê jî li Fransayê zarokeke 16 salî û li Portugalê jî yeke 14 salî ji ber heman nexweşiyê canê xwe ji dest dabûn.
Di 24 saetên dawiyê de876 kesên din tûşî wê nexweşiyê bûn û hejmara kesên tûşbûyiyan bû 12 hezar û 775an. 192 kesana jiyana xwe ji dest da û hejmara qurbaniyan jî bû 705.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin