Li Bexdayê balyozên 25 welatan êrîsên milîsên Îranê sermezar kirin
PeyamaKurd - Balyozê 25 welatên biyanî li paytexta Iraqê Bexdayê bi daxuyaniyeke hevbeş êrîşên milîsan Îranê bi ser ser balyozxaneyan de şermezar kirin.
Balyozên 25 welatan di daxuyaniya hevbeş ya îro 30yê Îlonê belav kirin de, diyar kirin ku ji ber moşekbarankirina balyozxaneyan, êrîşên li ser karwanên dîplomatkaran nîgeran in û êrîşên li ser balyozxaneyan bi tenê zirarê nadin dîplomatkarên biyanî herwiha zirarê didin xelkê sivîl ê Iraqê jî û ew jî dibin qurbaniyên wan êrîşan.
Di wê daxuyaniyê de balyozan behsa civîna xwe ya ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî kir û got, ew ligel Iraqeke aram û seqamgîr in.
25 balyozên welatan yên daxuyaniya hevbeş belav kirine ev in: Amerîka, Yekîtîya Ewropa, Brîtanya, Almanya, Îtalya, Australya, Keneda, Fînlenda, Yûnan, Hollenda, Norwêç, Îspanya, Swêd, Polenda, Xirwatya, Sirbiya, Japonya, Koreya Başûr, Tirkiye, Siûdiye, Kwêt, Behrên, Urdin, Misir û Yemen
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî beriya bi çend rojan eşkere kiribû ku nûnerên welatan jê re gotine, heger ew aramiyê û ewlehiyê li herêma kesk dabîn nekin ew nikarin li Bexdayê bimînin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ev demek e dirêj e milîsên Heşdî Şabî û Ketîbeyên Hizbullahê balyozxaneya Amerîkayê, binkeyên Amerîkayê yên leşkerî û balafirxaneya Bexdayê bi moşekan dikin armanc û êrîşî karwanên dîplomatkaran dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin