Li Bexdayê nûnertiya hukumeta Kurdistanê ji nûh de hat avakirin
PeyamaKurd- Piştî mijara “referandûma serxwebûnê” ya herêma Kurdistanê di navbera Kurdistanê û Bexdayê de aloziyên mezin derketibûn. Li ser wan aloziyan nûnertiya hukumeta Kurdistanê ya li Bexdayê xebatên xwe rawestandibû. Seroka grûba PDKê li Bexdayê parlementer Viyan Sebrî ragihand ku nûnertiya hukumeta Kurdistanê li Bexdayê car din hatiye vekirin û niha aktive. Bo nûnertiyê yek hatiye destnîşankirin.
Viyan Sebrî ragihand ku avakirin û aktîvkirina nûnertiya hukumeta herêma Kurdistanê li Bexdayê gaveka gelek başe û hem girîng e. Ev baregeh weka pirekêye di navbera hukumeta Bexdayê û hukumeta herêma Kurdistanê de. Viyan Sebrî ragihandiye ku siyasetmedarekî Kurd bi navê Faris îsa bo nûnertiyê hatiye destnîşankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin