Nûnertiya HDPê ya Erbîlê: Bila hukumeta Kurdistanê ewlehiya me temîn bike

07 November 2023 00:30 0 dîtin
Nûnertiya HDPê ya Erbîlê: Bila hukumeta Kurdistanê ewlehiya me temîn bike

PeyamaKurd – Nûnertiya HDPê ya Erbîlê, li payîtexta Kurdistanê li Erbîlê daxwuyaniyekî çapemeniyê da û got ku divê hukumeta Herêma Kurdistanê ewlehiya wan temîn bike.

Dxauyaniya çapemeniyê ji terefê parlementera HEDEPê ya Mêrdînê Berîtan Güneş de hat kirin. Güneş, ragihand ku endamên HDPê û destekvanên wê ji terefê MİTa Tirkiyê de tên şopandin. Güneş got:

“HDP bi awayekî demokratîk xebatên xwe dike. HDP li çar perçên Kurdistanê ji bo mafên rewa yên Kurdan têdikoşe. Endam û destekvanên HDPê li Herêma Kurdistanê di nav endîşeyan de ne. Hemwelatiyên Kurdên bakûrê Kurdistanê ji ber tehdîd û êrîşên dewleta Tirkiyê reviyane başûrê Kurdistanê. Niha li başûrê Kurdistanê ketine ber tehdîda MİTê.”

Güneş, got ku di 29ê Cotmehê de nûnertiya HDPê ya Erbîlê ji aliyê çend kesan de hatiye şopandin, ew kes xwestine êrîşê avahiya nûnertiyê bikin lê nikaribûne. Güneş weha dewam kir:

“Temîna jiyana endam û destekvanên me wezîfa hukumeta Herêma Kurdistanêye. Divê hukumet ew kesên li pişt vê planêne, tesbît bike û wan ceza bike.”