Li Brazîlê karesata lehiyê: 143 kesan can da
PeyamaKurd - Li parêzgeha Rio Grande do Sulê ya başûrê Brazîlê, di karesata lehiyê ya ku di 29ê Avrêlê de ji ber barana zêde pêk hat de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşte 143 kesan.
Li gorî daxuyaniyên berpirsên hikûmetê, lehiya ku di 29ê avrêlê de destpê kir û bi rojan dom kir de hê jî bi dehan kesên wunda hene û hêviya saxiya wan nema ye.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Parastina Sivîl a Rio Grande do Sulê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku hejmara kesên ku di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 143yan û hê jî 131 kes wunda ne.
Hikûmeta Brazîlê diyar kir ku li parêzgeha ku gelheya wê 10,9 milyon e zêdetirî 538 hezar kes ji cih û warên xwe bûne û ragihand ku wê 2,34 milyar dolar lêçûneke awarte bê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin