Li Brezîlyayê balafirekî biçûk ket: 7 kes mirin

14 September 2021 22:59 0 dîtin
Li Brezîlyayê balafirekî biçûk ket: 7 kes mirin

PeyamaKurd – Li Brezîlyayê li eyaleta Sao Paulo yê balafira ku karsazekî û malbata wî tê de bûn ket û di encamê de 7 kesên tê de mirin. Balafira bi modela PS-CSM-King Air B200 ku motorên wê cotin diçû bajarê Parayê. Balafir piştî ji balafirgeha Pedro Morganti bi hewa ket zêde neçû û ket.

Di qezayê de Celso Silveira Mello Filho yê karsaz ku 73 salîbû, jina wî, 3 zarokên wî û 2 pîlotên balafirê mirin. Sedema qezayê ne diyare lê ciyê balafir lê ketiye agir bi daristana cîh ketiye û îtfaiye mudaxele kiriye da agir vemirîne.