Li Brîtanyayê ceribandina kesane ya asiya pencesêrê destpê dike
PeyamaKurd - Tê payîn ku bi hezaran nexweşên penceşêrê yên li Keyaniya Yekbûyî dest bi ceribandinên cûreyeke nû ya dermankirina bi aşiya kesane bikin.
Di çarçoveya Xizmetên Tenduristiyê yên Neteweyî (NHS) de 30 nexweşxaneyan xwe li projeya aşiya pençeşêrê tomar kirin.
Ev pergal, bi ceribandinên nexweşên pençeşêrê yên ku teknolojiya mRNMyê bi kar tînin pêk tê.
Teknolojiya mRNAyê, di aşiyên Covidê yên niha de jî tê bi kar anîn.
Ev aşî, bi mebesta şaneyên pençeşêrê yên piştî dermankirina pençeşêrê di laşê mirov de mane tune bike û ji bo egera dûbarekirina vê nexweşiyê kêm bike, pergala berxwedêriyê hişyar bike hatiye pêşnûmandin.
“Pengaveke pijîşkî ya dîrokî “
Elliot Pfebveyê 55 salî, yekem nexweşê Brîtanyayê yê ku bi aşiya kesane tedawiya pençeşêra hûrûrovi bûye.
Aşiya Elliotê ku berê neşterî bûbû û tedawiya kemoterapiyê bûbû, li Nexweşxaneya Queen Elizabeth a Birminghamê hate kirin.
Elliot kelecana xwe anî ziman û di derbarê aşiyê de wiha got: “Eger bi ser bikeve, ev yek wê bibe pengaveke dîrokî ya pijîjkî. Dikare alîkariya bi hezaran mirovan bike û hêviyê bide wan.”
Testên Elliot ên yekem ên piştî dermankirinê hatin kirin destnîşan kirin ku hîn jî pirtikên DNAyê yên penceşêrê di xwîna wî de mane. Ev yek jî wê egerê derdixe holê ku nexweşî dûbare bibe.
Ji ber vê yekê wî navê xwe ji bo ceribandina tedawiya mRNA ya ku heman teknolojiya aşiya Pfizer-BioNTech a Covidê ya kompaniya Alman a BioNTechê tomar kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin