Mesrûr Barzanî ji ber dostaniya bo gelê Kurdistanê spasiya Brîtanyayê kir

19 April 2022 17:27 0 dîtin
Mesrûr Barzanî ji ber dostaniya bo gelê Kurdistanê spasiya Brîtanyayê kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî hevdîtina li paytexta Brîtanya Londonê ya ligel Serokwezîr Borîs Johnson, li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kir.

Serokwezîr Barzanî, di peyama xwe ya li ser Twitterê belav kiriye de, kêfxweşiya xwe ya bo şirîkatiya bihêz a ligel Brîtanyayê anî ziman û got, “Min spasdariya xwe ya ji bo dostaniya bi gelê Herêma Kurdistanê re û lîdertiya herêmê ya Brîtanyayê anî ziman.”

Herwiha Mesrûr Barzanî destnîşan kir, “Em xwedî rojeveke hevpar in, bi hêza tevahiya gelê Iraqê di rewşeke baştir de bibînin.”