Li Brîtanyayê, êrîs li dijî navenda penaberan hat kirin!
PeyamaKurd- Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Brîtanyayê de hatin ragihandin, li navenda penaberan a li Bendera Doverê, êrîşeke bombeyî hatiye kirin. Li gorî agahiyên destpêkê, kesê êrîş kirye jî xwe kuştiye.
Li gorî daxuyaniya ku li ser vê êrîşa bombeyî hat dayîn, hat ragihandin ku li Navenda Kirariyên Penaberan a aîdê Hêzên Sînorî, êrîşeke bi bombeya destan hatiye kirin. Hat diyarkirin ku êrîşkar 3 bîdonên benzînê ku fişekên hewayî li dor girêdabûn, ber bi navendê ve havêtine û ji ber ku 2 ji van EYPyan teqiyane, li derveyî navendê agir vêketiye.
Li gorî nûçeyên hatin ragihandin, êrîşkar piştî bûyerê xwe li benzînxaneyeke nêzî cihê êrîşê, bi dar ve kiriye û can daye. Hat diyarkirin ku agirê li navendê vêketiye jî di demeke kurt de hatiye vemirandin.
Berdevkê Polîsan ê ku li herêmê bûye, ber bi saetên nîvrojê ve li ser bûyerê wiha agahî dan:
“Karmendan diyar kir ku 2-3 amûrên teqemeniyê li dijî avahiya penaberan a ser bi Wezareta Karên Derve hatine havêtin. Hat ragihandin ku di bûyerê de birîndariyên sivik çêbûne. Şikdar hat diyarkirin û hat dîtin. Di derbarê bûyerê de lêpirsîn dewam dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin