Li çend bajarên Rojhilat greva gistî destpê kir

22 October 2022 14:32 0 dîtin
Li çend bajarên Rojhilat greva gistî destpê kir

PeyamaKurd – Li ser banga Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, li çend bajarên Rojhilat greva giştî destpê kir.

Li gor zanyariyan, li ser banga Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, îro Yekşemê li Rojhilatê Kurdistanê li çend bajaran bazar û dukan nehatin vekirin û greva giştî hat kirin.

Dîmenên hatine belavkirin diyar dikin, heta niha li bajarên Sine, Merîwan, Seqiz û Bane li parêzgeha Sine û li bajarên Bokan û Mehabadê yên parêzgeha Urmiyê greva giştî destpê kiriye û dukan û bazar girtî ne.

Herwiha îro di destpêka 6emîn hefteya xwepêşandan û nerazîbûnên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, rêxistinên pîşeyî û hejmarek zanîngehên Îranê gotine, serkutkirin û tundutûjiya li beramber xwendekaran qebûl nakin û li ser nerazîbûna xwe berdewam dibin.

Ciwanên taxên Îranê jî eşkere kirine ku îro li hemû bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji saet 11an ve grev destpê dike û xelk li cihên giştî xwepêşandananan dikin.