Li Çewligê sewata daristanan hêj nehatiye vemirandin: Bi hezaran donim erd sewitî
PeyamaKurd – Li bajarê Çewligê yê Bakurê Kurdistanê 2 roj in agir bi daristanan ketiye û şewat hê jî nehatiye vemirandin.
Heta niha zêdetirî 2 hezar donim erd şewitî ye ku agir belav dibe û ji bo gundên derdorê jî metirsiyê çêdike.
Şewat li daristanên gundên Guzeldere û Dedebagî yên girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê ve û roja 25ê Hezîranê ve derketiye û her çiqas tîmên agir vemirandinê hatine şandin jî ji ber derfetên kêm nekarîne agir vemirînin û rê li ber belavbûna şewatê bigirin.
Parêzgariya Çewlîgê ragihandiye ku wan ji bo kontrolkirina agirê daristanê yê li gundên Guzeldere û Dedebagî yên navçeya Genç, 2 tankên avê, 2 wesayîtên destwerdana yekemîn ên agir vemirandinê, 25 karker û 5 makîneyên kar şandine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin