Sewata daristanên Dêrsimê 14 roj in nehatiye vemirandin
PeyamaKurd - Şewata li daristanên bajarê Dêrsim ê Bakurê Kurdistanê ku 14 roj berê dest pê kiribû, tevî bertek û hewldanên sazî û rêxistinên sivîl hê jî nehatiye vemirandin û ziyaneke mezin gihîştiye sirûşta deverê.
Li gor agahiyên dawî, li navçeya Xolxola Çewlîgê jî du şewatên din yên daristanan derketine. 74 sendîkayên Parêzerên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û hunermendên navdar banga vemirandina şewatê kirin. Şaredarê Dêrsimê dibêje, dewlet cudahî dixe navbera karesatên bakurê Kurdistan û deverên din yên Tirkiyê.
Daristanên Dêrsimê 14 roj in dişewitin. Şewata Geliyê Tanzê ku dikeve navbera navçeyên Xozat û Pilûrê hê jî nehatiye kontrolkirin. Piştî banga Sendîkayên parêzerên 74 bajarên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê, parlamenter û hunermendên navdar, di roja sêzdan de, ji bo vemirandina şewatê helîkopter hatine şandin.
Parêzgarê Dêrsimê Mehmet Ali Ozkan daye xuyakirin: “Aliyê çep û rastê yê geliyê Tanzê, navbera Hozat û Pilûrê dişewite. Bo vemirandinê kar tê kirin. Li çar deveran şewat hebû, sê ji wan hatin kontrolkirin. Bi hevkariya Wezareta Daristanan, bi helîkopteran jî hewla vemirandinê tê dayîn.”
Şaredarê Dêrsimê Fatîh Maçoglu jî daye zanîn, bi rojan Qaymeqamê Xozatê bi hinceta ewlekarî rênedaye xelkê navçeyê bi hewlên şewatê vemirînin. Ji ber vê herêmeke berfireh şewitî ye. Rexne li desthilat û rayedarên dewletê digre ku cudahiyê dixe navbera şewat û karestên herêmên rojavayê Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê de.
Parlamenterê CHPê Velî Agbaba derbarê şewatê de doh 29ê Tebaxê gotiye: “Ev der 10 k.m ji navçeya Xozatê dûr e. Doh serê sibê li vê herêmê şewat derketibûn, niha ew vemirî ye. Niha li aliyê din şewat zêdetir bûye. Şewat heta geliyê daketiye. Mixabin di roja 13emîn de rê hatiye dayîn mirov xwe bigihînin cihê şewatê.”
Hat zanîn ku niha ligel şewatên Dêrsimê li navçeya Xolxola ya bajarê Çewlîgê jî şewatên mezin derketine û li ser medya civakî ji ber xemsariya rêveberên bajaran û hikûmetê ji bo şewatên li bajarên Bakurê Kurdistanê rexneyên tund têne kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin