Li Çînê ji ber vîrûsa koronayê di rojekê de 242 kesan can da

13 February 2020 15:01 0 dîtin
Li Çînê ji ber vîrûsa koronayê di rojekê de 242 kesan can da

PeyamaKurd - Li eyaletê Çînê ya Hubeyê ku wek navenda nexweşiyaa vîrusa koronaya nû (Covid-19) ye, di 24 saetên dawî da 242 kes mirin.

Li gor zanyariyên medya çînê di 24 saetên dawîn da li eyaleta Hubeyê hat tespîtkirin ku nexweşî ketiye canê 14 hezar û 840 kesan û 242 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hejmara nexweşên ku virusa koronayê ketiye canê wan li seranserê eyalete wek 48 hezar û 206 kes hat eşkerekirin û hat gotin ku rêbazên teşhîskirina Covîd-19an guheriye û ev zêdebûn ji ber wê ye.

Heya niha ji ber koronayê1368 kesan jiyana xwe ji dest daye û 59 hezar û 883 kes jî bi şewbê ketine.


WHO: Me navê coronavîrusê “covid-19” danî