Li Çiyayê Bagokê sewateke mezin derket
PeyamaKurd - Li Çiyayê Bagokê yê sînorê bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê şewat derket. Agir bandor li 6 gundên Suryaniyan kir û berî bigihe boriya petrolê û zeviya petrolê ya Botaşê, ji aliyê tîmên berevaniya şaristaniyê ve hat kontrolkirin.
Êvara roja Yekşemê li Çiyayê Bagokê navçeya navbera bajarokên Midyad û Nisêbînê yên Mêrdînê de, ji ber sedemeke nehat zanîn şewatek derket. Ji ber bayê xurt di demeke kurt de agir gur bû û gehişte gundê Kefrê ku gundekî Suryaniyan e.
Alevler, Elbeğendi Kafro Köyü’ne ulaştı. Köy duman altında kalırken İtfaiye ve köylüler alevlerin evlere ulaşmaması için mücadele ediyor.https://t.co/NLDu5vnoEL pic.twitter.com/CiknZZq4bG
— Sertaç Kayar (@Sertac_Kayar) July 28, 2019
Gund di nav dûyê agir de ma û tîmên berevaniya şaristanî û akinciyên gund gelekî hewl dan daku agir negihe nav malan. Welatiyên gundên Kefrê, Hibabê, Badibê, Xirbê Elî, Sêderî û Xirbê Mişka ku hemû Suryanînişîn in, ji bo agir negihe gundan ketin li û tevgerê.
Berî agir bigihe boriya petrolê ya Botaşê, ji aliyê tîmên berevaniya bajêr ve hat kontrolkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin