Li Hewlêrê sewateke mezin derket: 250 kargeh sewitîn

24 July 2020 10:43 0 dîtin
Li Hewlêrê sewateke mezin derket: 250 kargeh sewitîn

PeyamaKurd – Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, li Sûka Sîmê şewat derket. Li gor agahiyan ji 250 heban zêdetir kargeh şewitîne.

Li gor zanyariyan, di şewata li Sûka Sîmê ya li Taxa Kurdistanê sedema wê ne diyar de, 250 kargeh şewitîye.

Berdevkê Berevaniya Sîvîl ê Hewlêrê Raîd Serkewt Tehsîn ragihand, beşek mezin ji wan kargehan şewitîne û ziyaneke mezin gihiştiye karmendan.

Herwiha diyar kir, ji sedî 90 şewat xistine bin kontrolê û hewldanên wan bo vemirandinê berdewam dikin.

Di derbarê sedema şewatê de hê tiştek nehatiye bidestxistin.