Li Dêrazor a Sûriyê cebilxaneyên Îranê hatin teqandin

06 October 2024 08:29 0 dîtin
Li Dêrazor a Sûriyê cebilxaneyên Îranê hatin teqandin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku derengiya şevê bi navgînên asmanî baregehên milîsên Îranê yên li Dêrezor a Sûriyê hatin bombebarankirin.

Çavkaniyên herêmê dane xuyakirin, şevê din bi navgînên hewayî cebilxaneya Eyaşê ya li navenda Dêrezorê hatiye lêdan ku piştre teqînên bihêz çêbûne.

Derbarê êrîşê de, daxuyaniyên fermî nehatine dayîn û nasnameya dronên di êrîşê de hatine bikaranîn diyar nebûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 4ê Cotmehê jî komên çekdarên bi ser Îranê ve, hewla êrîşa ser Kargeha Konîko ya Gazê ku li Dêrazorê ye û hêzên Amerîkî li wir in, dabûn. Ew herêm di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye û gelek caran rastî êrîşên milîsan tê.