Li Dêrsimê 3 hezar û 406 avahî têne rûxandin

04 April 2024 14:22 0 dîtin
Li Dêrsimê 3 hezar û 406 avahî têne rûxandin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li bajarê Dêrsimê yê bakurê Kurdistanê, ji bo rûxandina 3 hezar û 406 avahiyên ku di derbarê wan de biryara 'wê di erdhejekê de li ber xwe nedin, xebat hatine destpêkirin.

Hate hînbûn ku tîmên kontrolê li navenda bajêr û navçeyên Pilemerê, Pilûr, Qisle, Mazgir, Xozat, Pêrteg û Çemişgezekê avahiyên ku wê bêne rûxandin destnîşan kirine û di encama xebatên destnîşankirinê de tîmên rûxandinê dest bi rûxandina 3 hezar û 406 avahiyan kirine.

Hate ragihandin ku yek ji wan avahiyên ku wê bê rûxandin jî avahiya beşa şevmanê ya xwendekarên keç a li navedan bajêr e.

Parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu li navçeya Pilemerê xebatên destnîşankirin û rûxandina avahiyan kontrol kirin.

Bulent Tekbiyikoglu herwiha ji Qaymeqamê Pilemerê Çagatay Çakal û Rêvebirê Bajêr ê Hawirê, Bajarvanî û Av û Hewayê Melîh Melîk Kara, di derbarê xebatan de agahiyan wergirtin.