Rojhilat | 90 hezar darên Çiyayê Zagrosê ji bo projeya bendavê têne birîn
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku dê ji bo projeya Bendava Lîrok bi qasî 90 hezar darên dorûbera çiyayê Zagrosê werin birîn.
Projeya bendava Lîrok li sînorê parêzgehên Lurdistan, Kohgîlûye û Boyêr Ehmedê birêve diçe û ev 15 sal in ligel hemû nerazîbûnan jî biryar hatiye dayîn ku ew bendav bê çêkirin.
Li gorî çavkaniyên herêmê dê projeya bendavê bibe sedema birîna 90 hezar darên dorûbera Zagrosê ku têkdana xwezaya Rojhilatê Kurdistanê bi planeke zanebûn a rejîma Îranê tê kirin.
Hêjayî gotinê ye, bi vê projeyê re tê xwestin ku sirûşta çiyayên Zagrosê bê têkdan, herwiha avê ji bo deverên navendî veguhêzin ku ev jî siyaseta jinavbirina xwezaya Rojhilatê Kurdistanê ye.
Li aliyê din Îran dixwaze bendava Xirsana 3 li başûrê Zagrosê jî çêbike ku bi wê projeyê jî zêdetirî 2 hezar û 400 hektar ji daristan û çêrgehên parêzgehên Kohgîlûye, Boyêr Ehmed, Çarmihal û Bextiyariyê têne jinavbirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin