Li Daqûqê 3 terorîstên DAISê hatin girtin
PeyamaKurd – Rêveberekî polîsê Daqûqê diyar kir, 3 terorîstên DAIŞê li navçeyê hatine girtin.
Li gor rêveberê polîsê Daqûqê Ebas Qadir diyar kiriye: ‘‘Îro 08.05.2021ê saziya îstixbarata Hikûmeta Federal, 3 terorîstên DAIŞê li navçeya Dola Şay a sînorê Daqûqê girtine.’’
Herwiha da zanîn: ‘‘Ew 3 terorîst bira bûn û her yek ji wan paye û peywirên wan ên cuda di nav rêxistina DAIŞê de hebûne.
Rêveberê polîsê Daqûqê destnîşan kir: ‘‘Wan 3 terorîstan karê veguhestina xorak û xwedan derketina malbatên terorîstên DAIŞê bûye dikirin.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin