Li Dêrezorê deh êrîsan birin ser baregeha Amerîkayê
PeyamaKurd – Li Sûriyê li bajarê Dêrezorê li seha petrolê ya bi navê Omer, ji bejahiyê bo bejahiyê bi çekan 10 caran li seha baregeha Amerîkayê xistin. Roket li nav baregehê û dora wê ketin.
Gelek ambûlans çûne baregehê lê bê leşkerên Amerîkayê hatine kuştin an birîndarkirin nayê zanîn. Lê helîkopterên Amerîkayê bi hewa ketin û li ser seha petrolê geriyan. Li dora baregehê tedbîrên asayîşê hatin zêdekirin.
Di demên dawiyê de li başûrê Sûriyê li baregeha Tenefê, li ser sînorê Iraqê li navça Malikiyê, li Şeddadiya Hasekiyê û li Dêrezorê li baregehên leşkerî yên Amerîkayê dixin. Tê gotin ku piraniya êrîşan ji terefê grûbên bi ser Îranê de tên kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin