Li Dêrsimê bi hinceta koronayê 15 roj qedexe hat ragihandin
PeyamaKurd - Li bajarê Dersîm ê Bakurê Kurdistanê ji ber belavbûna zêde ya vîrusa koronayê hemû xwepêşandan û çalakiyên cemawerî heta 15 rojan hatin qedexekirin.
Walîtiya Dêrsimê bi daxuyaniyekê ragihand, ji îro 29ê Cotmehê heta 12ê Mijdarê, bajar û bajarok jî di nav de li nav sînorê parêzgeha Dêrsimê ji xeynî çalakiyên fermî, lidarxistina hemû cure çalakî, kombûn, xwepêşandan, meş, grev, vedana konan û çalakiyên weke wan hatiye qedexekirin.
Walîtiyê diyar kiriye ku qedexe ji bo rê li ber belavbûna koronayê bê girtin hatiye danîn.
Li gorî amarên fermî heta niha li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê 368 hezar û 513 kes bi koronayê ketine û 10 hezar û 27 kes jî pê mirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin