Li Dersîmê ji bo cureya nû ya koronayê qedexeya 15 rojan hat ragihandin

13 January 2021 16:30 0 dîtin
Li Dersîmê ji bo cureya nû ya koronayê qedexeya 15 rojan hat ragihandin

PeyamaKurd - Parêzgariya bajarê Dêrsim ê Bakurê Kurdistanê, bi sedema metirsiya belavbûna cureya nû ya vîrusa koronayê hemû her cure çalakî û kombûnên cemawerî ji bo 15 rojan qedexe kir.

Li gorî daxuyaniya parêzgariya Dersîmê biryara qedexeyê ji ber metirsiya belavbûna koronayê hatiye derxistin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, biryara qedexeyê di çarçoveya tedbîrên nû yên Desteya Parastina Tenduristiyê ya bajêr hatiye wergirtin ku metirsiya cureya nû ya vîrusa koronayê zêde bûye û lewma jî çalakî, civîn, mitîng, xwepêşandan, kombûnên şahiyê, konser û hemû cureyên civînên bi wî rengî ji bo heyama 15 rojan hatine qedexekirin.

Qedexe wê heta 26ê Çileya 2021an saet 23:59ê  şevê berdewam dibe.