Li Dersîmê bi hinceta koronayê mehek qedexeya çalakiyan hat ragihandin

15 August 2021 18:03 0 dîtin
Li Dersîmê bi hinceta koronayê mehek qedexeya çalakiyan hat ragihandin

PeyamaKurd - Li parêzgeha Dersîm a Bakurê Kurdistanê bi hinceta pêşîrtina belavbûna vîrusa koronayê mehekê qedexeya xwepêşandan, meş û çalakiyên cemawerî hat ragihandin.

Parêzgariya Dersîmê bi daxuyaniyekê ragihand, ji îro Yekşemê 15ê Tebaxê heta 14ê Îlona 2021ê ji bo dema 30 rojan li sînorê parêzgeha Dersîmê, bajarok û navçeyên wê, hemû çalakiyên weke xwepêşandan, meş, grev, vedana çadir û standan hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku qedexe ji bo pêşîgirtina belavbûna zêdetir a koronayê hatiye ragihandin û tê gotin, biryara qedexekirinê çalakî û bernameyê parêzgarî  û qeymeqamtî destûra wan bide li xwe nagire.

Parêzgariya Dersîmê beriya niha jî ji 16ê Tîrmehê heta 14ê Tebaxê dîsa mehek qedexe ragihandibû ku doh ew qedexe bidawî bûbû.