Li Dersîmê qedexeya 30 rojan hat ragihandin

25 January 2021 19:25 0 dîtin
Li Dersîmê qedexeya 30 rojan hat ragihandin

PeyamaKurd – Li bajarê Dersîm ê Bakurê Kurdistanê bi sedema metirsîya belavbûna vîrusa koronayê ji bo 30 rojan her cure çalakî hatin qedexekirin.

Parêzgariya Dersîmê bi daxuyaniyekê ragihand ku li ser pêşniyar û rêkarên wezareta tenduristiyê biryara qedexe û sînordarkirinan hatiye wergirtin.

Li gorî qedexeya hatiye ragihandin ji bo saziyên dewletê hemû çalakî, xwepêşandan, konferans û daxuyaniyên çapemeniyê ji îro 00:01ê şevê heta demjimêr 23:59ê 25ê Sibatê hatine qedexekirin.