Li dijî Balyozxanaya Amerîkayê ya li Bexdayê êrîsek hat kirin
PeyamaKurd- Îro bi sê roketan êrîşî Balyozxaneya Amerîkayê ya li herêma Kesk a Bexdayê hat kirin, lê belê roket li nêzîk avahiya balyozxaneyê ketin.
Îro danê sibehê 3 roket li nêzîkî Balyozxaneya Amerîkayê, ku li herêma Kesk a Bexdayê ye, ketin xwarê û heta niha ziyanên wan eşkere nebûne.
Piştî vê êrîşî balyozxaneya Amerîkayê zenga haydarkirinê lêdaye, lê ti daxuyaniyek derbarê ziyanên wê êrîşê de eşkere nekiriye.
Hêjayî gotinê ye ku heya niha ti kesî alîkariya wê êrîşê negirtiye ser xwe.
Piştî kuştina Qasim Sulêymanî, Fermandarê Supaya Quds û Ebû Mehdî Muhendis Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî, gelek caran balyozxane û binkeyên serbazî yên Amerîkayê yên li Iraqê dibin armanca êrîşên roketî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin