Li Dîlokê kamyon wergeriya: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
PeyamaKurd - Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê kamyonek barhilgir wergeriya û di encam de şofêr û 2 kesên ligel jiyana xwe ji dest dan.
Bûyer, doh êvarê derdora saet 19:00an li ser rêya Dîlok-Rihayê qewimî. Kamyona ku bi aliyê Rihayê ve diçû ji kontrola şofêr derket û wergeriya. Şofêr û du kesên di nav barhilgirê de ku lîmon hilgirtibûn canê xwe ji dest dan.
Piştî agahdarkirina aliyên peywendîdar polîs û tîmên hawarçûnê bo cihê bûyerê hatin şandin.
Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn jî hatiye destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin